Thailand û Kambodia peymana aştiyê îmze kir

Thailand û Kambodia li paytexta Malaysian peymana aştiyê îmze kir. Serokê DYA’yê Donald Trump di merasîma îmzekirina peymanê de amade bû.

Thailand û Kambodia peymana aştiyê îmze kir
26 cotmeh, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Thailand û Kambodia bi merasîmeke dîrokî li paytexta Malaysian peymana aştiyê îmze kir. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo beşdaî civîna Yekîtiya Neteweyî ya Asyayê ya Başûrê Rojhilat (ASEAN) li Malaysian ê ye ku şahediya îzmekirina peymanê kir.

Nûnerên peyabilind ên herdu welatan beşdarî merasîma îmzeya peyanmê bûn. Di heman demê de dîplomatên amerîkî li kêleka Trump beşdarî merasîmê bûn.

Di saziyên ragihandinê de peymana aştiyê ya di navbera herdû welatan de wekî gaveke dîrokî hate pênasekirin. Bi taybet ji ber aloziya demek dirêj di navbera herdu welatan de.

Li gorî peymanê dê hemû tevgerên leşkerî li ser herêmên sînor werin rawestandin, komîteyên hevbeş ji bo çavdêriya piratîzekirina xalên itîfaqê werin avakirin û divê tu alî binpêkirinan nekin.

Di peymanê de her wiha xalên ji bo pêşxistina aborî û çandî ya di navbera herdu welatan de hene.

(dc)