Li Kîêvê di êrişên Rûsyayê de 3 kuştî û 27 birîndar

Di êrişa Rûsyayê ya li ser paytexta Ukrayna Kîevê de 3 kes hatin kuştin û 27 kes birîndar bûn.

Li Kîêvê di êrişên Rûsyayê de 3 kuştî û 27 birîndar
26 cotmeh, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Kîevê, Vitaliy Klitschko ragihand ku di êrişa hêzên Rûsyayê ya bi dronan li ser Kîevê de 3 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûne.

Vitaliy Klitschko der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin, got êriş li taxa Desnyanske ya bakurê rojhilatê Kîevê çêbûye û ji birîdaran 6 zarok hene. Şaredar ragihand ku di avahiyekê de jî şewat çêbû û di encamê de zerarên mezin ên madî çêbûn.

 Li gorî Klitschko, li taxaObolonsky bermahiyên dronê li ser avahiyek niştecîbûnê ya 16 qatî ketin.

Di aliyê dîplomatîk de, Serokê DYA’yê Donald Trump duh gotibû, heya nîşanên rêkeftinek gengaz ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê tune bin, ew ê ji bo amadekariyên civînek nû ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin demê winda neke.

Nûnerê aborî yê Kremlinê Kirill Dmitriev,  ji roja Înê ve li DYA’yê bi rayedarên rêveberiya Trump re hevdîtinan dike.

Li gorî çavkaniyek agahdar e, Kirill Dmitriev  duh li Florîdayê bi nûnerê Trump Steve Witkoffre re civiya û dê hevdîtinên xwe bidomine.

(bb)