Tevgerên Tirkiye li Iraqê û rewşa aloz li Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê cih dan tevgerên Tirkiye li Iraqê, doza bidawîkirina erkêa Koalîsyona Navneteweyî û rageşiya li Lubnanê.

Tevgerên Tirkiye li Iraqê û rewşa aloz li Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne
7 sibat, 2024   09:21
Navenda nûçeyan

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên zêde yên Tirkiyeyê li Iraqê nûçeyek bi sernavê "Fişar û şantajên Tirkiyeyê li dijî Iraqê ji bo ku pê re şerê PKK`ê bike" weşan. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hikumeta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan pêwîstiya Iraqê bi pêşxistina hevkariya aborî bi Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka avê fêm kiriye, ji bo wê dest bi şantajkirina Bexdayê kir ku ji bo tev li şerê Tirkiye yê li dijî PKK`ê bibe, ev helwest di serdana wezîrê parastinê yên Tirkiyeyê Yaşar Oglu ji bo Bexdayê piştî serdana serokê îstixbarata Tirkiyeyê Îbarhîm Kalin ji Bexda û Hewlêrê bi du hefteyan, zelal dike. 

BEXDA BANG LI WASHINGTONÊ KIR KU VEGERA DANÛSTANDINÊN PÊŞEROJA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Rojnameya The Independent Arabia daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê ku duh êvarê dereng dabû, weşand. Rojnameyê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyn bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re pêwîstiya vegera li danûstandinên pêşeroja hevalbendiya leşkerî ya navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê li Iraqê, teqez kiriye.

ÊRIŞA HERÎ FIREH LI LUBNANÊ DI HEFTEYEKÊ DE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî rojeva Lubnanê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê û Hizbullahê Lubnanî binesaziyên leşkerî yên hev du yên li başûrê Lubnanê û bakurê El Celîl bombebaran kirine. Rojnameyê ev hedefgirtin wek hedefgirtina herî fireh di hefteyekê de bi nav kir  ku Hizbullahê Lubnanî ragihandiye 9 êriş li dijî avahiya fermandariya tugeya artêşa Îsraîlê pêk aniye, Îsraîlê jî ragihand ku wê mal û baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê 3 caran bombebaran kiriye.

(şx)