Tevgereke herêmî û navneteweyî ji bo Îsraîl û Hemas li hev bikin

Li gel agahiyên ku behsa pêkhatine lihevkirinekê di Remezana bê de tê kirin, di gelek raporan de hate gotin ku Îsraîl erê kiriye ku li gorî lihevkirineke beşî bi Hemasê li hev were. Hemasê jî got ew pêşniyara Parîsê ya ji bo agirbestê dinirxîne.

Tevgereke herêmî û navneteweyî ji bo Îsraîl û Hemas li hev bikin
30 ÇILE, 2024   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sky Newsê ku a gahiyên xwe dispêre çavkaniya, ragihand ku Îsraîlê lihevkirina beşî ya guhertina dîlgirtiyan erê kiriye. Her wiha axaftin hene ku di Remezanê de agirbesteke du mehan pêk were.

Li gor lihevkirina beşî, wê zarok, jin, kesên temenmezin û birîndarên îsraîlî yên li cem Hemasê bêne berdan li beramber wê, dê gelek dîlgirtiyên filistînê serbest werin berdan û alîkarî derbasî Xezayê bibe.

Tora NBC ya Amerîkayê jî ragihand ku Îsraîl, DYA, Misir û Qeter li Parîsê li ser lihevkirinekê ji bo dîlgirtiyan li hev kiriye û dê wê ji Hemasê re pêşkêş bikin.

Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye got: "Tevgerê pêşniyar Parîsê ji bo agirbestê wergirtiye û dê binirxîne."

Li gorî ajansê Heniye destnîşan kiriye ku mijara girîng, bidawîkirina êrişa leşkerî ya Îsraîlê û vekişîna hêzên Îsraîlê ji Xezayê ye û aşkera kiriye ku dê serdana Qahîreyê bike ji bo ku pêşniyara Parîsê nîqaş bike.

(şx)