Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra

Şêniyên kantona Reqayê di merasîma sersaxiyê ya şehîd Birusk Zendûra de careke din destnîşan kirin ku ew bi hêzên xwe yên leşkerî re ne.

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî dan malbata şehîd Birusk Zendûra
30 ÇILE, 2024   14:38
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), rûspiyên êlan tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Birusk Zendûra bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê hatiye vedan.

Di merasîmê de endamê Komîteya Kar û Barên Olî Elî El Şueyb bi navê Rêveberiya Sivîl a kantona Reqayê axivî û got: "Şehîd Mihemed Cemal sembola fedakarî û rûmetê ye. Bi saya şehîdan ewlehî li welatê me heye. Em ê heta dawiyê bi QSD`ê re bin û êrişan têk bibin."

El Şueyb soz da ku rêya şehîdan bişopînin ji bo ku rûmet û ewlehiya welêt biparêzin.

Merasîma sersaxiyê bi serdana şêniyên kantonê berdewam e.

(şx)

ANHA