Temîrkirina saetan ji bapîrên xwe wergirtiye û kurê xwe fêr kiriye

Kemîl Karat pîşeya temîrkirina saetan ji 50 salan ve ji pêşiyên xwe wergirtiye û kurekî xwe jî fêr kiriye.

20 hezîran, 2026   07:42
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Kemîl Karat ê 64 salî 50 sal e di temîrkirina saetan de kar dike.

Kemîl Karat ê pêşiya temîrkirina saetan ji bav û kalikên xwe wergirtiye, niha li bazaran sifirkeran a bajarê Hesekê di dikaneke biçûk de vê pîşeyê didomîne. Di dikana wî de ku 9 metre derbas nake, gelek saetên nû, yên kevn û yên mekanîk hene. Temenên hinekan sed sal derbas kiriye û bi baldarî û dîqet wan diparêze.

Kemîl Karat bi eslê xwe ji bajarê Qamişloyê ye, di sala 1975‘an de malbata wî bar dike bajarê Hesekê. Kemîl diyar kir ku pîşeya temîrkirina saetan ji sala 1969‘an de di nava malbata wî de heye û ew di zarokatiya xwe de ji birayê xwe yê mezin fêr bûye.

Kemîl Karat destnîşan kir ku wî bi temîrkirina saetên mekanîk û saetên kevn ên dîwanan dest bi vî karî kiriye. Anî ziman ku tevî bikaranîna van cureyên saetan di vê demê de bi paş ketiye, lê ew hîna pê ve girêdayî ye.

Kemîl Karat diyar kir ku saetên kevin bi taybetî ên dîwaran beşekî sereke ji karî wî ye û got ev pîşe mîrate û kevneşopa malbatê ye. Her wiha anî ziman ku ew ji 50 salî ve vê pîşeyê didomîne û bi pêş dixe, heya piştî ku saetên elektronîk di salên 1990’î de derbasî bazarên Sûriyeyê bûne, di heman demê de saetên mekanîk û yên kevn jî temîr dike.

Kemîl Karat endamê Meclisa Yekitiya Pîşesazan û serokê Sendîkaya Komeleya Elektronîk bû, dema leşkeriya neçarî ya artêşê dikir. Alavên xwe yên temîrkirina saetan bi xwe re biribûn û li wir jî ev pîşe domand û hin ji wan alavên kevn parastine.

Karat diyar kir pîşeya temîrkirina saetan ne tenê jêdera debarê yan karekî rojane ye, lê di heman demê de wekî dîrok û mîrateya malbatê dibîne û got: "Saetçêker wextê xwe ji bo dabînkirina dema yên din winda dike.”

Saetên kevn li cem Kemîl Karat xwedî nirxekî taybet e, li ser vê yekê wiha tîne ziman "Dema ez saetên kevin dibînim ez pir kêfxweş dibim. Gelek kes ji min re dibêjin saetên nû çêke, lê ez red dikim. Ez bi dîrok û xweşikbûna van saetên kevin û çêkirina wan ve girêdayî me. Çawa ji malbata xwe hez dikim ewqasî ji vê pîşeyê hez dikim."

Kurekî Karat bi navê Mekê keşeyê Dêra Mar Jerges a herêma Zehlê ye, li gel karê xwe yê olî pîşeya malbata xwe anku temîrkirina saetan didomîne.

(bb)

ANHA