Şewatek li gundê Birîkan ê Til Temirê hat vemirandin

Tîmên Awarte bi alîkariya şêniyan şewatek li zeviya çandiniyê yê gundê Birîkan ê başûrê bajêr ketibû, beriya ku bigihîne zeviyên genim, vemirand.

Şewatek li gundê Birîkan ê Til Temirê hat vemirandin
19 hezîran, 2026   19:15
HESEKÊ

Tîmên Awarte yên bajarê Til Temirê bi hevkariya şêniyan şewatek berfireh li zeviya çandiniyê yê gundê Birîkan ê başûrê bajêr ketibû, vemirand. 

Li gorî agahiyan, şewat bi zeviyekî hatiye çinîn ketibû, beriya ku bigihîne zeviyên genim ên derdorê Tîmên Awarte û şêniyan vemirand.

Tîmên Awarte diyar kir ku kontrolkirina şewatê û nihîştina pêketina li zeviyên dîtir, berhemên welatiyan parastin.

(fr)