Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan

Hejmara nû ya kovara ‘Afaq El Maraa’ bi mijara "Entegrasyona Demokratîk" derket. Kovar bi naverok û şêweyeke nû wek kovarek civakî û çandî dê bigihêje ber destê xwendevanan.

Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
Afaq El Meraa bi naverok û şêwazeke nû dê bigihêje ber destê xwendevanan
20 hezîran, 2026   06:46
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

We demêkî nîz hejmara 18`emîn a kovara Afaq El Meraa bi mijara "Entegrasyona Demokratîk" derdikeve. Li gorî guherînên civakî û siyasî yên li Sûriyeyê, di naverok û şêweya kovarê de guherînin girîng hatine çêkirin. 

Di çapa nû ya kovarê de guherînên wekî hejmara rûpelan û polîtîkaya wê ya weşanê li gorî veguherînên civakî û siyasî yên ku ji bo jinên Sûriyeyê, hatine pêkanîn.

Di hejmara nû de beşeke taybetî li ser "Mafên Jinan li Sûriyeyê û Rola Wan di Qonaxa Niha de" heye, bi taybetî piştî destpêkirina pêvajoya "entegrasyona demokratîk" a piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a 27`ê Sibata 2015`an. Di hejmarê de her wiha mijarên têkildarî vê têgeha nû têne gotûbêjkirin, wekî mekanîzmayên entegrasyonê di navbera hêzên şoreşger ên li herêmê de û cihê jinan û civakê di vê projeyê de.

Sernivîskara kovarê Dîlan Osman diyar kir ku guhertinên di kovarê de li gorî hewcedariya pêvajoyê û bi armanca "hêzdarkirina rola jinan di civakê de" pêk hatin. Dîlanê diyar kir ku divê jin piştî salên paşguhkirinê, bibin pêşengên avakirina civakeke yekgirtî û ji nû ve avakirina tevna civakî.

Dîlanê diyar kir ku di kovarê de hin guherîn hatine pêkanîn, wek kêmkirina hejmara rûpelên kovarê (ji 132’yan bo 64’an), balkişandina ser naveroka ramyarî û veguhastineke ji kovareke siyasî ber bi kovarek civakî, çandî û ramyarî ve.

‘PÊNÛSA JINAN BI PÊŞ KETIYE’

Edîtora kovarê Samya El Kurdî diyar kir ku Afaq El Maraa bi rêya beşên xwe yên cuda hewl dide destkeftî û armancên jinan ragihîne. Samyayê destnîşan kir ku “pênûsa jinan bi her hejmarekê re pêşketîtir e” û kovarê karî ezmûnên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re ragihîne.

Samyayê destnîşan kir ku gelek jinan bi kovarê re têkilî danîne da ku der barê ezmûn û birêxistinbûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de fêr bibin. Her wiha diyar kir ku kovar li ser platformên medyaya civakî weşanê dike da ku bigihêje jinên ku nikarin bigihêjin a çapkirî.

Kovara Afaq El Maraa di 1`ê Çileya 2023`yan de dest bi weşanê kir û hejmara wê ya yekem di 20`ê Gulana heman salê de derket. Çapkirin û weşandin di 20`ê Hezîrana heman salê de dest pê kir. Ew 2 mehan carekê bi zimanê erebî tê weşandin û di heman demê de melpera wê ya înternetê heye.

Kesên ku dixwazin hejmarên berê tevî ya nû jî bixwînin, dikarin serdana malpera fermî ya kovarê bikin: https://afaqalmaeraa.com/?p=4667

(k)

ANHA