Li gundewarê Şamê jinek hat qetilkirin

Li gundewarê Şamê jinek bi kêran hat qetilkirin.

Li gundewarê Şamê jinek hat qetilkirin
7 ÇILE, 2024   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li bajarê Yebrûdê yê gundewarê Şamê dermansaza bi navê Meysûn El Seyd ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin. Hate zanîn ku Meysûn li dermanxaneya xwe bi kêran hat qetilkirin.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tevlihevî û aloziya ewlehiyê dewam dikin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di sala 2023’yan de 212 sûc hatine kirin. Di encamê de 242 kes (24 zarok, 52 jin û 166 mêr) hatin kuştin.

(bb)