Îranê du caran êrişî Başûrê Kurdistanê kir

Hate ragihandin ku Îranê duh derengî şevê bi du dronan baregeha Hizba Demokrat a li sînorê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kir. Hîna li ser ziyanên êrişê de tu agahî nehatine belavkirin.

Îranê du caran êrişî Başûrê Kurdistanê kir
2 tîrmeh, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek taybet ji Rojnews’ê re ragihand ku di saetên derengiya şeva borî de, rejîma Îranê du caran êrişî Başûrê Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyan, êrişa yekem bi balafirek bê mirov li ser baregeha Hizba Demokrat a li sînorê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hat kirin. Êrişa duyem jî bi mûşekê li bajarokê Çoman a ser bi sînorê Balekayetî ve hate pêkanîn. Heta niha têkildarî ziyanên madî û canî tu agahî nehatine belavkirin. Lê piştî êrişê agir bi deverê ket. Piştre tîmên agir kuj şewatê kontrolkirin.

Hêjayî gotinê ye ku tevî agirbest û lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de, lê êrişên rejîma Îranê yên li ser çend welatên Kendavê û Başûrê Kurdistanê berdewam in.