Têkildarî dan û standinên agirbesta li Xezayê agahiyên nakok

Rayedarekî Hemasê ragihand ku di dan û standinên agirbestê de ku li Qahîreyê pêk hatine, tu pêşketin çênebûne.

Têkildarî dan û standinên agirbesta li Xezayê agahiyên nakok
8 nîsan, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê ku agahiyên xwe ji rayedarekeî Hemasê girtine, di dan û standinên agirbestê de ku bi beşdarbûna şandeyên Qeter, DYA û Îsraîlê li Qahîreyê pêk hatibûn, tu pêşketin çênebûne.

Çavkaniyekî payebilind ê misirî ji televîzyona Alqahîra News a Misirê re gotibû di dan û standinan de pêşketin hene û tevahî aliyan li ser xalên sereke li hev kiriye.

PÊŞNIYARA DYA’YÊ

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî (AWP) ku agahî ji cavkaniyekî wergirtine, DYA hewl dide di dan û standinên domdar de Hemas û Îsraîlê mecbûr bike ku di çend rojan de bigihêjin lihevkirinekê. Çavkanî got: "DYA’yê ji Misir û Qeterê xwest zextê li Hemasê bike. Washington dê zextê li Îsraîlê bike da ku têkildarî agirbesteke ji bo 7 hefteyan û pevguhertina rehîneyan li hev bikin."

Li gorî heman çavkanî, pêşniyara DYA’yê rêbaza vegera koçberên li başûr ber bi bakurê Xezayê ve, hejmara rehîneyên her du aliyan ên ku werin berdan, saetên rawestandina tevgera balafirên şer û saetên agirbestê pêk tê.

Çavkaniyên Îsraîlê jî ragihand ku Til Avîvê pêşniyara DYA’yê erênî dinirxîne û li benda helwesta Hemasê ye.

(bb)