′Têkildarî berfirhekirina çarçoveya dan û standinên ji bo Sûdanê lihevkirinek çêbû′

Çavkaniyan dane zanîn ku têkildarî berfirehkirina mekanîzmeya çaralî ya tabyet  a ji bo diyalogên navbera aliyên bi nakok ên Sûdanê lihevkirinek çêbûye. Li gorî çavkaniyan mekanîzme dê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Komara Ereban û hin aliyên dîtir jî bigire nava xwe.

′Têkildarî berfirhekirina çarçoveya dan û standinên ji bo Sûdanê lihevkirinek çêbû′
10 kanûn, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê pêbawer dane Tora Şerq a Erebistana Siûdî, ji bo berfirehkirina mekanîzmeya çaralî ya taybet a dan û standinên di navbera aliyên bi nakok ên Sûdanê de lihevkirineke pêşîn çêbûye.

Li gorî heman çavkaniyan, lihevkirin di 41′emîn a lûtkeya dewletên "Desteya Pêşketinê ya Navneteweyî (IGAD) ya ku li Cîbûtî ya bi mijara Sûdanê hatibû lidarxistin de pêk hat. Di lûtkeyê de nûnerê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yên li Sûdanê Remdan Lamamira, nûnerê DYA′ yê li Kevana Afrîkayê Mayîk Hamir, nûnera Yekitiya Ewropa li herêma Kevana Afrîkayê  û nûnerên dewletên derdorê, Çîn, Rûsya, DYA û Yekitiya Afrîkayê beşdar bûn.

 Mekanîzmeya çaralî ku ji DYA, Brîtaniya, Erebistana Siûdî û Îmaratê pêk tê. Li gorî çavkaniyan dê NY, Yekitiya Ewropa, Komkara Ereban, Misir, Lîbya, Qeter, Rûsya, Çînê û nûnerên taybet ên Yekitiya Afrîka û Desteya ÎGADÊ jî tev li bibin.

15′ê Nîsanê, şer navbera artêşa Sûdanê ya bi seroketiya Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqelo de dest pê kir. Aliyên leşkerî û sivîl hewl dan proseya siyasî ya bi piştevaniya navneteweyî pêk bînin û diviya ku di nava du salan de prose bi dawî bûba, lê her du aliyan li ser plana tevlêkirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn di nava artêşê de li hev nekirin.

(bb)