Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir

Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir.Tê payîn ku Ebdulfetah El Sîsî ji bo dema sêyemîn a ji şeş salan ji nû ve bê hilbijartin.

Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir
Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir
Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir
10 kanûn, 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Misirê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir û welatî berê xwe dan navendên dengdanê. 

Serokkomarê Misirê yê niha Ebdulfetah El Sîsî (68), serokê Partiya Demokratîk a Civakî Ferîd Zehran (66), parêzer û mamosteyê qanûna navneteweyî ê ji Partiya Wefid ku partiya herî kevin a liberal li Misirê ye Ebdulsened Yemame, serokê berê yê komîteya kar û barên derve ya Senatoya Misirê serokê Partiya Gel a Komarî Hazim Omer (59) namzet in.

 Dengdayîn dê 3 rojan dewam bike û çav li rê ye ku encamên wê dê 18′ê kanûnê werin aşkarekirin.

(bb)