Li Heleb û Idlibê 10 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji duh ve yên li ser Heleb û Idlibê de 10 kes hatin kuştin.

Li Heleb û Idlibê 10 kes hatin kuştin
10 kanûn, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 35 moşek deverên cuda yên bajarê Idlibê topbran kirin. SOHR ragihand ku moşek li qadên niştecihbûnê û pêşesazî û devera Şêx Tels, her wiha taxên niştecibûnê yên bajarokê Sermînê ketin.

Di topbarana ku duh (Yekşemê) pêk hatî de, li bajarokê Sermînê yê rojhilatê Idlibê 7 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn.

Her wiha çeteyên "Cebha El Weteniya Litehrîr" ji gundewarê bakurê Helebê, bajarokên Nubul û Zehrayê topbaran kirin. Di encama topbarana li ser taxên bajarokê Nubulê yê gundewarê Helebê de 3 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Her wiha çeteyên hikumeta Şamê bi obîsên giran gundewarê rojavayê Helebê û derdora bajarokê Daret Îze topbaran kirin.

(bb)