Tehran û Moskovê li ser dahatkirina gaza Rûsyayê muzakere îmze kir

Wezîrê Petrolê yê Îranê destnîşan kir ku îmzekirina muzakereyê bi Rûsyayê re dê Îranê veguherîne navendeke herêmî ya gazê.

Tehran û Moskovê li ser dahatkirina gaza Rûsyayê muzakere îmze kir
26 hezîran, 2024   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ocî destnîşan kir ku îro muzakereyek bi Moskovê re ji bo dahatkirina gazê ji Rûsyayê hat îmzekirin û dê ev gav Îranê veguherîne navendeke herêmî ya gazê.

Ocî di civîneke çapemeniyê de got îro li Tehranê bi nûnerê taybet bo Rûsyayê muzakere hat îmzekirin. Dê ev muzakere bi xwe re hevkariya di nava her du welatan de di aliyê gazê de geş bike.

(mh)