Dadgeriya Fransayê li ser biryara girtina Esed erê kir

Parêzerên aliyên sivîl ji çapemeniyê re ragihand ku di dawiya civînên girtî de li biryara girtinê ya Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed û herdu serbaz Xesan Ebas û Besam El Hesen, erê kir.

Dadgeriya Fransayê li ser biryara girtina Esed erê kir
26 hezîran 2024   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa France Press (AFP) ku agahiyên xwe dispêre parêzerên qurbanî û rêxistinên nehikumî da zanîn ku Dadgeha Îstînafê ya Parîsê îro biryarnameya ku dadgerên lêpirsînê li dijî Beşar Esed bi tohmeta pêkanîna sûcên dermirovî (êrişên bi çekên kîmyewî di Tebaxa 2013'an de) derxistiye, erê kir.

Berê, Nivîsgeha dozgerê giştî yê têkoşîna li dijî terorê daxwaza betalkirina biryarnameyê kiribû, lê bi vê erêkirinê ev daxwaz hat redkirin.

Dibe ku di rojên bê de Dozgeriya Têkoşîna Dijî Terorê ji Dadgeha Îtîrazê re ku ew jî dadgeha herî bilind a sîstema Fransayê ya dadgeriyê ye, îtîraza xwe bidomîne.

Ji 2021'an ve dadgerên lêpirsînê li ser êrişên şevên 4 û 5'ê Tebaxê li Edra û Dûmayê û di 21'ê Tebaxa 2013'yan de li Xûta Şerqiyê, lêkolînan didomînin. Îstixbarata Amerîkayê dabû zanîn ku di encama wan êrişên bi gaza sarîn de zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest da.

Di encama lêpirsîn û lêkolînan de di Mijdarê de 4 biryarnameyên bi tohmeta plankirina pêkanîna van êrişan hatin derxistin.

Biryara girtinê li dijî Beşar Esed, birayê wî Mahir Esed û 2 serbaz bi navên Xesan Ebas û Besal El Hesen hat dayîn.

(mh)