Talat Yunis: Rapor ji rêxistinên navneteweyî re hatin şandin

Talat Yunis diyar kir ku raporên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, ji rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî re hatine şandin, lê dîsa jî bêdeng in.

Talat Yunis: Rapor ji rêxistinên navneteweyî re hatin şandin
17 ÇILE, 2024   15:49
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê îro (17 Çile 2024) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyaniya ku hevseorkên deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tevli bûn, ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talat Yunis û Vîviyan Beho ve hat xwendin.

Piştî xwendina daxuyaniyê Talat Yunis pirsa nûçegihanê ajansa ya wekî, “Me dijî êrişan di aliyê hiqûqî û dîplomatîk de hewldanek kiriye yan na?” bersivand.

Talat Yunis got: "Di aliyê qanûnî û hiqûqî de dewleta Tirk sûcên şer û qirkirinê li dijî herêmê kirine û raporên têkildarî wê ji sazî, rêxistin, aliyên hiqûqî yên navneteweyî re hatin şandin. Lê helwesta wan ne cidî ye, bêdengiya wan berdewam e. Hewldanên me ji bo ku vê bêdengiyê bi dawî bikin, berdewam in. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelê herêmê pişta xwe nadin wan hêzên bêdeng. Em hêza xwe ji berxwedana keç û xortên vî gelê berxwedêr digirin. Gelê me ji bo tunekirina DAIŞ`ê fedakariyên mezin kirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

(şx)