Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan

Ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan.

Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan daket qadan
17 ÇILE, 2024   15:45
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meşê ji nava navçeya Til Rifetê dest pê kir. Di meşê de wêneyên zarokên Efrînê ên şehîd bûne hatin hildan.

Meşvan heya Çerxerêya Zeytûn a nevçeya Til Rifet meşiyan. Li wir endama meclisa Til Rifetê Henîf Sîdo axivî. Sîdo êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir.

Her wiha endama Kongra Star a navçeya Til Rifet Eyşe Şêx Fayîq wiha got: "Em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Em zarokên vê axê ne. Em ê her tim li qadan bin.”