Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin

Jinên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên dagirkeriyê li dijî jinan li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi meşekê şermezar kirin.

Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
Jinên li Helebê êrişên Tirkyeyê şermezar kirin
17 ÇILE, 2024   16:23
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî têkildarî şermezarkirina êrişên dagirkeriyê û sûcên wê meşek li dar xist.

Meş ji pêş hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên jinên cezayên darvekirinê ji hêla çeteyan li ser hatine birîn hatin hildan.

Her wiha di meşê de pankartên ˊhikumeta dewleta Tirk dagirker e... na ji dagirkeriyê reˊ ûˊŞoreşa Rojava şoreşa jinan e.. ha jin parastina şoreşa xwe dikinˊ hatin hildan.

Di meşê de diruşmên ˊbijî berxwedana EFrînˊ, ˊBijî berxwedana Rojavaˊ heta bi Qada Şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hatin berzkirin.

Li qadê endama Yekitiya Jinên Ciwan Rewşan Nasan axivî û got dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de jêderên debarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc da ku vîna gel bişikîne.

Rewşan di dawiyê de soza bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî jinên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete revandine, da.

(fr)

ANHA