Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin

Şervanê YPG`ê şehîd Cîhad Bîrdoxan û şervanê QSD`ê şehîd Dilovan Termik li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin oxirkirin.

Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Kobanê 2 pakrewanên xwe oxir kirin
30 mijdar, 2024   14:21
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Yekîneya Parastina Gel (YPG) şehîd Cîhad Bîrdoxan (Ebdo Reşo) ku di 27`ê Mijdara 2024`an de şehîd bûbû, her wiha şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilovan Termik (Mistefa Hecî Mehmûd) ku di 28`ê Mijdara 2024`an de şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê spartin axê.

Di merasîma oxirkirinê de malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Îsmaîl sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.

Bedîa Îsmaîl diyar kir ku şehîdan ji bo avakirina welatekî azad canê xwe feda kirin û wiha dom da axaftina xwe: "Şehîdên me hêza me ne, şehîd ew in ku azadiyê ji me re ava dikin. Lewma divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û asta têkoşînê bilindtir bikin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef jî got: “Şehîdan ji bo weletek azad têkoşîn kirin û canê feda dikin. Ji vê derê ji kela berxwedanê Kobanê em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin û rêya wan ta dawiyê bişopînin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Polat Samir got ew ê tu carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin û wiha dom da axaftina xwe: "Divê hêza me li hember dijmin xurt bike. Şehîdên me hiştin ku em bi azadî bijîn. Lewra divê em xwedî li mîraseya şehîdan derkevin û rêya wan bişopînin."

Li ser navê malbata şehîd Dilovan Termik Mihemed Bozan got heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Li ser navê malbata şehîd Cîhan Bîrdoxan jî Behrî Îsmaîl sersaxî ji malbatên şehîdan û ji Rêber Abdullah Ocalan re xwest û got: "Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin, lê tiştê ji me tê xwestin wek malbatên şehîdan û gelê welatparên em xeta şehîdên xwe bişopînin."

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û teslîmî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

Piştî merasîmê, girseyê berê xwe da konên sersaxiyê ku li gundê Termik ê li rojhilatê Kobanê û gundê Siftekê yê li rojavayê Kobanê.

(sş/bb)

ANHA