Sûriyeyê rastî ziwabûna herî xerab hat

Li Sûriyeyê ji dehên salan û vir ve, îsal hişkî û ziwabûna herî xerab çêbûye. Çem û gol ziwa dibin û çandinî têk diçe. Pisporan hişyarî dan ku guherîna avhewayê dê bihêle rojhilatê Deryaya Spî hîn ziwatir bibe.

Sûriyeyê rastî ziwabûna herî xerab hat
5 îlon, 2025   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporek Associated Press`ê, Li Sûriyeyê ji dehên salan û vir ve, îsal hişkî û ziwabûna herî xerab çêbûye. Barîna baranê kêm bûye, çem û bîr ziwa bûne, û çandinî têk dikçe.

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO), cotkar piştî pêvajoya şer li Sûriyeyê  nikarin li ber xwe bidin, her wiha li gorî daneyan barîna baranê di 40 salên dawiyê de her diçe kêm dibe.

Hilberîna genim jî ji nêzîkî 4 mîlyon ton berî şer daketiye kêmtir 2.6 mîlyonaan, û tê payîn ku îsal dakeve 1 mîlyon ton, lewma hikûmet neçar e ku genim ji derve bikire.

Pisporan hişyarî da ku guherîna avhewayê di bihêle Rojhilata Deryaya Spî hişktir bibe. Pisporan her wiha pêşniyar kir ku ava baranê were depokirin, berhemên ku xwe li ber tîbûnê digirin biçînin.  Lê her wiha gotin ku berdewamiya vê rewşa heyî tirsên der barê siberoja çandinî û ewlehiya xwarinê li Sûriyeyê zêde dike.

(k)

ANHA