'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'

Fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê destnîşan kir ku gelek armancên qonaxa 4'emîn a operasyona "Mirovahî û Ewlehiyê" hene û li ser daxwaz û bangên niştecihên kampê pêk hat.

'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
'Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê xwedîderketina li bangên niştecihên kampê bû'
5 îlon, 2025   17:26
HESEKÊ

Di 5'ê Îlonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî qonaxa 4'emîn a operasyona "Mirovahî û Ewlehiyê" ragihand. Girêdayî wê, fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê Mein El Asî ji ajansa me re diyar kir ku wan berî ragihandina operasyonê, hewldana revandina zêdetirî 50 jin û zarokên malbatên DAIŞ'ê têk bir.

ARMANCÊN OPERASYONÊ

El Asî da zanîn ku operasyon bi armanca parastina saziyên xizmetguzarî yên hundirê kampê û parastina niştecihên wê ye û got: "Berî demekê hin komên di hundirê kampê de sazî û avahiyên rêxistinan wêran kirin."

El Asî diyar kir ku armanca wan a din jî têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ'ê ye û ji bo rê li ber perwerdekirina zarokan li ser fikrên tundraw, bigirin.

'EV OPERASYON XWEDÎDERKETINA LI BANGÊN NIŞTECIHÊN KAMPÊ BÛ'

El Asî wiha domand: "Di dema dawîn de ji ber zêdebûna hewldanên revandinê, bangên niştecihên kampê jî zêde bûn. Ji ber wê jî ev operasyon hat ragihandin."

Di dawiya axaftina xwe de El Asî diyar kir ku demeke diyar ji bo bidawîbûna vê operasyonê tune ye lê ew ê heta pêkanîna hemû armancan û pêkanîna aştî û aramiyê bidome.

(mh)

ANHA