Soza ku Barzanî daye dewleta Tirk

Mesûd Barzanî beriya 32 salan çûbû Enqereyê û di hevdîtina xwe ya li gel serokkomarê wê demê yê Tirk Turgut Ozal de soz da ku li dijî PKK'ê şer bike û gotibû "Ez ji her fermaneke we re amade me." Çapemeniya Tirk jî ragihandibû ku piştî pasaporta dîplomatîk danê, Barzanî destê Ozal maç kiriye.

Soza ku Barzanî daye dewleta Tirk
9 sibat, 2024   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û rayedarên din di meha borî de bi wezîrê karên derve û yê parastinê yê Tirk, serfermandar û serokê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) re hevdîtin kirin. Dan û standinên di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, hevdîtin û sozên Mesûd Barzanî yên ji dewleta Tirk re yên sala 1992'yan, ji nû ve anîn rojevê.

Di 21’ê Sibata 1992'yan de Mesûd Barzanî çûbû serdana Enqereyê. Ji bilî Barzanî kesayetên bibandor ên PDK'ê Mûhsîn Dizeyî, Fazil Mîranî û Hoşyar Zêbarî di serdanê de cih girt. Mesûd Barzanî û rayedarên PDK'ê bi serokkomarê wê demê yê Tirk Turgut Ozal, serokwezîr Suleyman Demîrel û wezîrê karên derve Hîkmet Çetîn re rûniştin.

ÇI HATE NÎQAŞKIRIN?

Ji bilî daxuyaniyên fermî yên ku di çapemeniyê de cih girt, hin nûçeyên di çapemeniya Tirk de destnîşan kir ku Mesûd Barzanî di hevdîtinên sala 1992'yan de ku êrişên dewleta Tirk ên bi PDK'ê re bê navber dest pê kirin, soz daye rayedarên Tirk.

Nûçeyê di 19’ê Îlona 2017'an de di rojnameya Sozcu de bi sernavê “Berê li ber deriyê me disekinî, niha têr xwariye” hat weşandin û bal kişand ser sozên Mesûd Barzanî.

Di nûçeyê de li ser axaftinên şêwirmendê polîtîkaya derve û berdevk Kaya Toperî ku Mesûd Barzanî anîbû û bi Ozal re hevdîtin kiribû û di heman demê de beşdarî hevdîtinan bû, agahiyên girîng hatin dayîn.

Li gorî nûçeyê, Barzanî ji Ozal re gotiye, "Ez ji fermanên we re amade me." Toperî têkildarî wê wiha dibêje: "Barzanî soz da ku li dijî PKK'ê şer bike. Barzanî di serdanên xwe yên wê demê de nexşeya kampên PKK'ê yên li bakurê Iraqê jî ji me re anî. Heta ji me re got ew dixwazin Bakurê Iraqê bi Tirkiyeyê ve girê bidin."

Kaya Toperî di heman nûçeyê de dibêje di Tîrmeha 1992'yan de li ser navê Tirkiyeyê pasaporta dîplomatîk ji Talebanî û Barzanî re hatiye dayîn û anî ziman ku Barzanî piştî wergirtina pasaporta xwe destê Ozal maç kiriye.

BARZANÎ DI PIRTÛKA XWE DE ÇI GOTIYE?

Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya bi navê "Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd" de cih dide heman hevdîtinê û dibêje: "Di dema hevdîtina me de Ozal bal kişand ser nuqteyeke gelekî girîng. Wî digot: "Dema ku hûn serdana Amerîkayê bikin, ji amerîkiyan bipirsin ka nêrîn û ramanên wan ên li ser sîstema federal an konfederal çi ne. Bi Tirkiyeyê re peymanek dikare bê çêkirin, Kurdistana Iraqê dikare bi Tirkiyeyê ve were girêdan."