Şêniyên Kobanê li dijî komployê banga xurtkirina têkoşînê kir

Şêniyên Kobanê, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîn azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.

Şêniyên Kobanê li dijî komployê banga xurtkirina têkoşînê kir
9 sibat, 2024   07:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Şêniyên Kobanê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyê bi navê Osman Îsmaîl Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha axivî: "Em ê bi rihê Erdalan, Rojhatan, Sarya û Rûkenan vê komployê têk bibin û têkoşîneke dîrokî bikin. Rêber Apo di nav çar dîwaran de ji bo tevahî gelên bindest tê dikoşe. Em ê tê bikoşin ta ku Rêber Apo azad bikin."

Îsamîl anî ziman ku armanca dewletên hegemon parçekirina gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Peymana Lozanê, ya Sykes-Picotê nûjen dikin, lê berovajî vê Rêber Apo bi raman, felsefe û rastiya xwe komplo têk bir, ji ber vê yekê dewletên navneteweyî komployek pêk anîn û Rêber Apo dîl girt."

`EM Ê BI RIHÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ AZADIYA FÎZÎKÎ A RÊBER APO MISOGER BIKIN`

Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî û têkoşîneke bê hampa bikin. Em ê bi hev re sîstama Îmraliyê bi şerê ge lê şoreşgerî hilweşînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

Welatiyê bi navê Mistefa Ehmed Îsmaîl anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd hişyar kir û gel rakir ser pêyan da ku azad bijî.

Mistefa Îsamîl bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bike.

Jina ciwan a bi navê Dîndar Mistefa Şêx Ebdî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga berxwedanê kir û got: “Wekî tê zanîn ev 25 sa l e rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndana îmraliyê de di nav çar dîwaran de ye. Heta roja îro parêzerên Rêber Apo û malbata wî hewl didin ku agahiyekê jê bigirin lê nekarîn serdana wî bikin. Dewleta Tirk her tim tacrîdê li ser Rêber Apo girantir dike. Rêber Apo ji bo ku Kurdan azad bike li ber xwe dide, ji ber wê divê em gel jî di nav berxwedanê de be."

ANHA