Sîsî careke din bû serokkomarê Misirê

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî li pêş Parlamentoya Misirê sondxwar ji bo ku dest bi erka xwe bike. El Sîsî dê heta 6 salên din serokkomariyê bike.

Sîsî careke din bû serokkomarê Misirê
2 nîsan 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hilbijartinên serokkomariyê yên li Misirê de serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî bi rêjeya ji sedî 89.6 bi ser ket. Li gorî kanala fermî El Sîsî dê çarşemê dest bi erka xwe bike. 

Di hilbijartinên serokkomariyê de, Ebdulfetha El Sîsî ku ji 2014`an ve serokkomarê welêt e, serokê Partiya El Wefid Ebid El Sened El Yememe, serokê Partiya Demokratîk a Civakî ya Misirê Ferîd Zehran û serokê Partiya Gel a Komarî Hazim Omer hevrik bûn.

(şx)