Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê li ser Şamê bû 14 kes
Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê li dijî avahiya balyozxaneya Îranê ya li Şamê bû 14 kes. Îhtîmal heye ev hejmar zêde bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyan di êrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê de bû 14. Ev yek piştî 3 cenazeyên hêzên Şamê bi navê ˊMuqaweme Sûriyeyê ya Tehrîra Colanêˊ ku ji hêla Îranê ve hatin perwerdekirin, ji kavilan hatin derxistin.
Kuştî wiha ne; 5 sûriyeyî ne bi navê ˊMuqaweme Sûriye ya Tehrîra Colanêˊ, 1 ji Hizbullah, 8 Îranî di nav de 7 fermandarên Pasdarên Îranê ne, her wiha ji ber birîndarên giran îhtîmal heye hejmara kuştiyan zêde bin.
(şx)