Gundewarê Şera û Şêrawayê tê bombebarankirin
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Malikiye yê navçeya Şera bombebaran dike. Hemwextî wê, dora gundê Bênê û Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê tê topbarankirin.
![Gundewarê Şera û Şêrawayê tê bombebarankirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202404/image_870x_660bfafc26fa5.jpg)
Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Malikiye yê navçeya Şera bombebaran dike. Nûçegihanan aşkera kir ku zirarên madî hene.
Her wiha dan zanîn ku hemwextî wê gundê Bênê û Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê ji aliyê balafirên bêmirov têne bombebarankirin.
(şx)
ANHA