Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne

Zehmetiyên koçberên li Kampa Waşûkanî ji ber qutkirina alîkariyên mirovî zêdetir bûne. Koçberan xwest vegera wan a li gund û bajarên wan were garantîkirin û dawî li êşa wan a ji sala 2019'an de were.

Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne
11 nîsan, 2026   05:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê ya koçberên Serêkaniyê rewşa mirovî zehmet e û alîkarî kêm in. Koçberan xwest bi awayekî ewle vegerin warê xwe.

Koçbera bi navê Horiya Deham Silêman ji gundê Leylanê yê gundewarên Serêkaniyê ye, got: “Dema hin kes bi awayekî ferdî vedigeriyan gund û malên xwe ez jî vegeriyam. Tu nîşaneyên jiyanê li gund nin in. Mal wêrankirî ne û hîna gund tijî mayîn in.”

Horiyayê destnîşan kir ku xwesteka wan ew e ku bi ewle vegerin gundê xwe û wiha domand: “Ev çend sal e em rewşeke zehmet di kampê de dikişînin. Rêxistinan jî alîkarî li ser me qut kirine. Em dixwazin bi rengekî ewle vegerin malên xwe û ji bo jinûve avakirina destek were pêşkêşkirin.”

Feysel Tirkî ê ji gundê Tewîla, da zanîn ku alîkariyên mirovî li ser koçberan hatine qutkirin û roj bi roj zehmetiyên koçberan zêde dibin.

Feysel Tirkî diyar kir ku jiyan li gundên wan nabe û şênî naxwazin li kampê bimînin, dixwazin ewle vegerin gundê xwe û malên wan ji nû ve ava bikin.

Koçberê bi navê Ebûd El Lamî bi bîr xist ku koçberên kampê bi taybetî di zivistanî de û dema lehiyan de gelek zehmetiyan dikişînin û got çadir ne baş in û alîkarî qut bûne.

Ebûd El Lamî destnîşan kir ku daxwaza wan a yekane ew e ku komên çekdar ji Serêkaniyê derkevin û koçber vegerin gundên xwe. Her wiha got: "Em amade ne di vê kêliyê de vegerin û ji vê rewşa dijwar xilas bibin."

Casim Hemed ê ji gundê Ehrasê jî anî ziman ku piştî alîkarî li ser wan hatine qutkirin, konên wan xirab bûne û got: “Gundê me jî bi temamî wêran bûye. Şênî dixwazin bi awayekî birûmet û ewle vegerin.”

(bb)

ANHA