Serokkomarê Lubnanê banga diyaloga bi Îsraîlê re kir

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn banga dan û standinan kir û hişyar da ku dibe başûrê Lubnanê wekî Xezayê lê bê.

Serokkomarê Lubnanê banga diyaloga bi Îsraîlê re kir
5 nîsan, 2026   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn îro banga dan û standinanên li gel Îsraîlê kir û hişyarî da ku eger şer dewam bike, dibe ku başûrê Lubnanê bibe mîna Xezayê.

Ewn di axaftina xwe ya li gel televîzyonekê de got: "Rast e, dibe ku Îsraîl bixwaze başûrê Lubnanê bike mîna Xezayê, lê erka me ye ku em nehêlin ev yek pêk were.”

Ewn têkildarî rexneyên ku li ser banga wî têne kirin jî got: "Hinek dibêjin fêdeya dîplomasiyê çi ye? Ez jî dibêjim ma me ji şer çi bi dest xist?”

Serokkomarê Lubnanê destnîşan kir ku zêdetirî hezar û 400 kes hatine kuştin û 4 hezar kes jî birîndar bûne û ev li axaftina xwe zêde kir: "Xeza rûxiya. Zêdetirî 70 hezar kes bûn qurbanî. Piştre li ser maseya diyalogan rûniştin. Çima em li ser masaya diyalogan rûnanên û dawî li êşê neynin?”

(bb)