Hizbullahê îdia kir ku keştiyeke şer kiriye hedef

Hizbullahê îdia kir ku wê li peravên Lubnanê êriş biriye ser keştiyek şer a Îsraîlê. Îsraîlê ev îdia red kir.

Hizbullahê îdia kir ku keştiyeke şer kiriye hedef
5 nîsan, 2026   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê îro bi daxuyaniyek ragihand ku wê li beramberî peravên Lubnanê keştiyeke şer a Îsraîlê kiriye hedef.

Hizbullah îdia kir ku piştî şopandina bi saetan, keştiya şer a Îsraîlê berbanga îro bi mûşekan hat armanckirin.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hate îdiakirin ku keştiya şer a Îsraîlê amadekariyên pêkanîna êrişên li ser Lubnanê dikir. Her wiha daxuyand ku hedefkirina keştiyê di çarçoveya "parastina Lubnanê û gelê wê" de pêk hat.

Çavkaniyeke di nava hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de jî ji radyoya artêşa Îsraîlê re axivî û îdiayên hedefkirina keştiyê derewandin.

(bb)