Rûsya 2 navendên din li Colanê ava kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku polîsa leşkerî ya Rûsyayê 2 baregehên din li Colanê ava kirin.

Rûsya 2 navendên din li Colanê ava kirin
4 ÇILE, 2024   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor tora Rûsya El Yewm Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got polîsa leşkerî ya Rûsyayê 2 navendên din li Colanê ava kirin.

Navenda lihevanînê ya di navbera aliyên nakok ên Sûriyeyê de di civîneke çapemeniyê duh daxuyand ku provakasyonên li herêma bêçek li seranserî Colanê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin zêde dibin, lewma û ji bo şopandina agirbestê 2 navendên din ên polîsa leşkerî hatin avakirin.

Li "herêma bêçek" a Idlibê çeteyên dewleta Tirk a dagirker 6 caran êriş hêzên hikumeta Şamê kirine.

(şx)