Guhertin û geşedanên li Sudanê

Li qada Sûdanê di vê dawiyê de, piştî fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn serdana Afrîkayê kiriye û serokên dewletên Afrîkayê ew pêşwaz kir, pêşdeçûnên lez çêdibin. Li kêlek wê jî fermandarê Hêzên pIştevaniya Lezgîn bi serokwezîrê berê û nûnerê Kombûna Hêzên Sivîl Ebdullah Hemedok re civî. Li gorî çavdêran hin hewldanên herêmê hene ku Hemîdtî weke serokê siyasî nîşan bidin.

Guhertin û geşedanên li Sudanê
12 ÇILE, 2024   05:41
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Bi destpêka îsal re fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo ˊHemîdtîˊ serdana gelekên dewletên Afrîkayê kir; Etiyopya, Cîbotî, Kenya û ew bi coş hate pêşwazkirin.

Rûpela fermî ya serokatiya Afrîkaya Başûr, dema Hemîdtî serdana Pretoria kir, Hemîdtî bi serokê Sûdanê wesif kir. Lê piştî li ser soşyal medya hate rexnekirin, ew wesif hate rakirin.

Tiştê ecêb jî Wezareta Karên Derve ya Sûdanê li ser protestkirina pêşwazkirina Hemîdtî bang li balyozê xwe ya li Kenya kir, lê balyozên xwe yên li dewletên din ku Hemîdtî pêşwaz kir, venexwend.

Fermandarê artêşa Sûdanê jî diyaloga bi Hemîdtî re red kir û diyar kir ku ew dan û standinê nake yan jî çareseriyê bi milîsan re pêk nayne, heta ku ji malên welatî û navendên hikumetê derdikevin an jî şerê wan bikin heta têk dibin. Her wiha fermandarê artêşê anî ziman ku ew bi berxwedana gel re ye û dê welatiyan ji bo welat û rûmeta xwe ji wan çeteyan biparêzin, bi çek bike.

Di aliyê meydanî de Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji çend mehan ve li gel beramber berxwedana lawaz a artêşê li welat bi pêş dikevin.

Li gorî raporên rojnameyan, Hêzên Piştevaniya Lezgîn kolanên paytextê; Xertûmê, herêma rojavayê Darforê kontrol kirin û derbasî wîlayeta Cizîrê ya li naverasta rojhilatê welat bûne.

Li gorî çavdêran, piştî 9 mehan ji şer diyar e hin hewldanên herêmê hene ku Hemîdtî weke serokê siyasî nîşan bidin, ne tenê farmandarekî leşkerî yê veqetayî yan jî muxalif nîşan bidin. Ruxmî ku aloziya Sûdanê hîna bê çareserî ye, bi taybet li gel nebûna xwesteka navneteweyî ya xurt a bidawîkirina şer.

ˊRÊYA BÊDEWLETÊˊ

Cîgira Navenda Iraqê ya Lêkolînên Afrîkayê Dr. Ferîde El Bendarî li ser mijarê axivî û wiha got: "Sûdan ber bi bêdewletiyê ve diçe. Wêran û xerabiya çêdibe tolhildana takakesî ya di navbera aliyên dijber de li ser birêvebirina welat e."

Ferîde ji ajansa me re wiha domand: "Ruxmê vê yekê em dibêjin hîna derfeta aştiyê hene. Yê rast di vê kêliyê de her kes xwe di rageşiyê de ragire, erkek bê danîn ku êş ji ser gelê Sûdanê rabin. Ji bilî çareseriyên aştiyane yên dan û standinê tu rê tune ne."

ˊGERA HEMÎDTÎˊ

Ferîde li ser vê mijarê wiha li gotina xwe zêde kir: "Gera Hemîdtî li Afrîkayê bi hewldana aliyên piştgiriya wî dikin ku wî di aliyê hundirîn de bidin pêş, heta ku li erkeke mezin a dewletê vegere. Lê zehmet e gelê Sûdanê vê yekê qebûl bike, bi taybet piştî binpêkirinên mezin li dijî welatiyan."

Ferîde anî ziman ku derketina Hemîdtî ya piştî 8 mehan ew e ku xwe li hember cîhan û sûdaniyan rûyê xwe spî bike û rewabûnekê bide Hêzên Piştevaniya Lezgîn û fermandariya xwe.

Li gorî Ferîde diyar kir ku ji bilî derketina Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji bajarên Sûdanê, radestkirina bajaran ji artêşê û hêzên polîsan re tu îstîqrarî û aştî pêk nayê û Sûdanî ji karesatê rizgar nabin.

Ferîde anî ziman ku bêyî navbeynkariya navneteweyî û herêmî ya aktîf ku aliyên Sûdanê yên dijber dan û standinê bikin çareserî tune ne, bi taybet piştî daxuyaniyên Ebdulfetah El Burhan ên beriya çend rojan ku şertên nû ji bo hevdîtina bi Hemîdtî re danîn.

Ferîde wiha berdewamî da axaftina xwe: "Dibe ku El Burhan li pêş xwe tu bijarteyan ji bilî xwe bispêre berxwedana gel, nebîne. Ji ber ku aliyên biyanî plan dikin ku Hemîdtî weke mirovê dewletê nîşan bidin."

ˊSÎNARYOYÊN PÊŞEROJÊˊ

Li aliyekî din jî akademisyenê Sûdanê û mamosteyê alîkar ê beşa zanistên siyasî li zanîngeha îslamê ya li wîlayeta Minnesota ya Amerîkayê Dr. Îmad Behredîn ji ajansa me re axivî û wiha got: "Hin nêzbûn di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û hêzên sivîl ên bi serokatiya Ebdullah Hemedok de hene. Ew yek ji destpêkê de diyar bûn. Hin alî jî diyar dikin ku Hêzên Azadî û Guhartinê baskê siyasî yê Hêzên Piştevaniya Lezgîn e û Îxwan Muslimîn jî baskê siyasî yê artêşê ye."

Behredîn wiha domand: "Di hevdîtina bi Hemedok re Hemîdtî li ser daxwazên hêzên sivîl ên taybet bi jevkirina rejîma El Beşîr û hesabkirina kesên girêdayî wî û xebata li ser veguherîna sivîl a demokratîk erê kir. Di heman demê de jî pergala El Burhan civandina bi hêzên sivîl re red dike."

Behredîn wiha pê de çû: "Hemîdtî weke serokê dewletê ne weke serokê muxalifê li Rwanda, Kenya, Etiyopya û Afrîkaya Başûr hate pêşwazkirin. Dewletên Afrîkayê fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn qebûl dikin. Lê El Burhan qebûl nakin, ji ber ku hewl dide şer dirêj bike û bi rêya biçekirina êlan hewl dide şerekî nexweyî çêke. Ew jî welat dixe tonelekê ku zehmet e jê derkeve."

Behredîn anî ziman ku ji bo pêşeroja Sûdan gelek sînaryo hene, ya yekemîn dewama şer û firebûna nexşeya şer ku derbasî wîlayetên din be. Ya duyemîn jî hin dewletên herêmê û navneteweyî her du aliyan neçar bikin ku dan û standin bikin û peymana aştiyê îmze bikin. Lê ev yek, piştî hêzên navneteweyî di pabendkirina her du aliyan de li ser agirbestê bi bin ket, ne pêkan e.

Behredîn der barê sînaryoya sêyemîn de diyar kir ku dibe ku hêzên sivîl û gel li dijî her du aliyên şer derkevin û xwepêşandanên girseyî li dar bixin û her du aliyan neçar bikin ku agirbestê pêk bînin.

Behredîn got sînaryoyeke dawîn heye ku ew jî tu kes pêk nayne, ew jî Sûdan bikeve bin parastina navneteweyî, NYˊê rêveberiya welat bike û hêzên navneteweyî ji bo parastina ewlehî bişîne û şer bi dawî bike.

(fr)

ANHA