Bi dironan êrişî balefirgeha Hewlêrê hat kirin

Bi 2 dironên bombebarkirî êrişî baregeha Amerîka ya li Balefirgeha Navdewletî ya li Hewlêrê hat kirin. Hat gotin beriya dironên bombebarkirî bigihînin hedefa xwe ji aliyê pergala parastinê ya asîmanî ve hatine xistin.

Bi dironan êrişî balefirgeha Hewlêrê hat kirin
11 ÇILE, 2024   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên şevê de bi 2 dironên bombebarkirî êrişî ser baregeha Amerîka ya li Balefirgeha Navdewletî ya li Hewlêrê hat kirin.

Li gor agahiyan beriya dironên bombebarkirî bigihînin hedefa xwe, ji aliyê pergala parastinê ya asîmanî ve hatine xistin.

Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.