Şêniyên Tirbespiyê banga mezinkirina têkoşînê kir

Şêniyên kantona Cizîrê bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bangewaziyên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina tenduristiya wî, şermezar kir û gotin ew ê li hember pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bêdeng nemînin.

Şêniyên Tirbespiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
7 adar, 2024   02:37
QAMIŞLO

Nerazîbûna gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan zêde dibe. Nemaze ku aliyên têkildar bangewaziyên wan ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina tenduristiya wî paşguh dikin.

Şêniyên naçveya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê daxwaz kirina demildest tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin.

Di vê çarçoveyê de jina bi navê Munteha Mehmûd got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya bi sedan gelan e. Hemleya ku ji bo azadiya wî dest pê kiriye, li ser girêdana gelan bi rêgeza wî delîl e û em ê li qadan bin heta ku azadiya wî pêk tê."

Şêniyê bi navê Xalid Xelef jî diyar kir ku ew amade ne di oxira felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de fedakariyan bikin ji ber ku mîna wesifandiye, ev felsefe jiyana wan ji nû ve zindî kir.

Jina bi navê Hevîza Hemze jî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bangewaziyên gelan ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, şermezar kir û diyar kir ku ew li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in nemaze ku li nêzî girtîgehê erdhej çêdibin.

Di dawiyê de Havîza got: "Bi girankirina tecrîdê û îşkenceya li ser Rêber me, em bêdeng naînin û dê têkoşînê bi rêya sepandina fikrê Rêbertî û belavkirina wî, mezin bikin."

(şx)

ANHA