Koma Şehîd Rîhan a Govendê ji bo 8’ê Adarê amade ye

Koma Govendê ya Şehîd Rîhan ku ji 7 jinên di temenê navbera 40 û 60'de pêk tê xwe ji bo çalakiya 8’ê Adarê amade dike.

Koma Şehîd Rîhan a Govendê ji bo 8’ê Adarê amade ye
7 adar, 2024   06:34
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên Roja Jinên a Cîhanê de komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerde û amadekariyên zêde kirin.

Ji nava van koman, koma Şehîd Rîhan a Govendê jî heye ku Kanûna 2023`yan li navçeya Amûdê  hatibû ava kirin û navê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Qamişloyê Rîhan Amûdê (Lêman Şiwêş) lê xwe kirin. Şehîd Rîhan bi endama Hevseroka Meclisa Qmaişloy Yusra Yusif û endamê meclisê Firat Toma 20`ê Hezîrana 2023`yan şehîd bûn.

Koma ji 7 jinan ên ji gundên navçeya Amûdê pêk tê û temenê wan di navbera 40 heta 60 saliyê de ye, rojane li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya li navçeya Amûdê perwerde dibin.

Koma , govendê kurdî yên cuda wek şêxanî, horzî, xerfanî û kirmancî pêşkêş dike. Bi rêya govendê dixwazin têkiliya nifşê nû bi çandê re xurtir bikin û mîrasa kurdî dewlemendtir bikin.

Der barê avakirina komê de berpirsa komê Xade Ebdulqadir diyar kir ku ji bo bîranîna şehîd Rîhan, navê wê li koma xwe kirine.

Xade bi bîr xist ku armanca komê, xurtkirina mîrasa kurdî ya kevnar e û derbasî nifşê din bê kirin ji bo ku ev dîrokê dewlemend ji nifşên bê re bibe minare.

BI HEZKIRIN Û BIRYARDARÎ TIŞTEK NEPÊKAN TUNE YE

Endama komê ya  berê endama koma Agirî bû Gulîzer Îsmaîl Mihemed (50) behsa amadekariyên komê ya  ji bo 8`ê Adarê kir û got: "Bi însiyatîfa xwe me ev koma ava kir. Min texmîn nedikir ez ê bikarim bi vê lezê fêrî govendê bibin. Lê belê ez gihaştime wê qenaetê ku bi hezkirin û biryardarî em dikarin tiştê nepêkan, bi dest bixin."

Gulîzer hestên xwe dema cara yekemîn tev li çalakiyên 8`ê Adarê bûye kir û got: "Nayê wesifandin, tevî ku perwerdeyên me zêde bûn, lê bi westanê nehesiyam. Ji berk u min dixwest li ser dika çalakiya 8`ê Adarê bi moralên bilind, berhemên xwe pêşkêş bikin."

(şx)

ANHA