Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê Parka Qîtar (tirên) ku di dema şer û pevçûnan de xirab bibû, ji nüve sererast dike.

Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
Parka Qîtar ji nû ve tê vekirin
7 adar, 2024   05:35
REQA

Gerînendetiya Parkan a Şaredariya Gel a Kantona Reqayê Parka Qîtar a li bakurê bajêr ku di dema şer û pevçûnên bi DAIŞ’ê re de xirab bibû, ji nû ve sererast dike. 

Xebatên ku 10'ê Sibata (2024) dest pê kirin, ber bi dawî ve diçin.

Li gorî agahiyên ku Serokê Gerînendetiya Parkan Mihemed Şeban dane, park hatiye sererastkirin; darên beylesanê yan jî pelesanê, murcan û hwd. li hatine çandin.

Li parke ji bo zarokan 2 qad hatin veqetandin. Li navenda parkê jî hewzeke avê hatiye çêkirin. Ji bo welatiyên ku dixwazin bêhna xwe bidin, hewayekî xweş bigirin jî li nava parke kursî hatine danîn.

Park wê hefteya pêş bê vekirin.

(mh)