Şêniyên Eyn Îsayê: Şerê gel ê şoreşgerî mîsogeriya têkbirina komployan e

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî mîsogeriya têkbirina êriş û komployên li dijî herêmê ye.

Şêniyên Eyn Îsayê: Şerê gel ê şoreşgerî mîsogeriya têkbirina komployan e
24 sibat 2024   03:07
EYN ÎSA

Li hemberî êrişan, şerê taybet û li hemberî komployên li dijî herêmê, şêniyên navçeya Eyn Îsayê girîngiya şerê gel ê şoreşgerî vegotin.

Welatiyê bi navê Malik El Salih ji bajarokê Silûkê yê dagirkirî ye û koçberî navçeya Eyn Îsayê bûye got: "Li gel planên dijminane yên li dijî gelê me, girîngiya pêşxistina xweparastinê, şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtina gel a bi hêzên leşkerî re, xuya dibe."

Malik balkişand ser girîngiya pêkanîna rêgeza xweparastinê ji bo parastina destkefiyên şoreşê û got: "Li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk û hewldana wê ji bo ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, rêgeza xweparastinê ya li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî gelek girîng e."

Welatiyê bi navê Ferhad Şukrî jî diyar kir ku dikarin bi sepandina şerê gel ê şoreşgerî êrişên dagirkirinê têk bibin û wiha domand: "Divê em vê rêgezê bi rêya xurtkirina hevgirtina gelan, piştgiriya hêzên leşkerî û girêdana bi axa ve xurt bikin. Em ê li hember planên çavbirçiyan li ber xwe bidin."

Ferhan Şukrî îşaret pê kir ku gelê şoreş li dar xistiye, dikare derfetên di destê xwe de têgeha parastin û xweparastinê pêş bixe.

Ferhan Şukrî diyar kir ku gelê herêmê li hember her xetereyekê amade ye xwe li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bikie û got: "Em ê li hember êrişkeran li ber xwe bide û axa dagirkirî rizgar bike.

(şx)

ANHA