Ji Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber erdhejên ku li navçeya Gemlîkê çêbûne ew ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e. Însiyatîfê bang li rêxistinên hiqûqî û tenduristî kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Ji Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî
23 sibat, 2024   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej bi dema herêmî saet di 15.14'an de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê ya Tirkiyeyê çêbûye. Ev dever nêzî girtîgeha Îmraliyê ye ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin.

Têkildarî mijarê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate  diyarkirin ku rewşa ne aram a ji ber erdhejan û bandorên wê fikarên gelê Kurdistanê û gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêde dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber fikarê me yên der barê rewşa Rêbertî de, her wiha ji ber baweriya me bi girîngiya rêxistinên tenduristî û hiqûqî yên cîhanî û ewropî, em careke din bang li wan dikin ku rola xwe pêk bînin, dewleta Tirk neçar bikin bila di zûtirin dem de Rêbertî bibe cihekî ewle û tendurist û bila destûr bide malbat û parêzerên wî ji bo di zûtirîn dem de wî bibînin."

(bb)

ANHA