Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir

Çotkarên li navçeya Holê ya kantona Cizîrê di van rojan de amadekariyên mewsima havînê dikin.

Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir
Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir
Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir
Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir
Li Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir
24 sibat 2024   07:35
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Cotkarên li navçeya Holê îsal berî dane çandina sebzeyên havînê kirin ji bo ku bandorên dorpêça li ser herêmê û anîna berheman ji derveyî herêmê sivik bikin.

Li kantona Cizîrê sebzeyên cihereng têne çandin, dema çandina wê ya guncaw di Sibatê de yan jî destpêka Adarê ye. Çotkar destpêkê hewl didin ku hilberînan di demeke zû de hazir bikin.

Çotkarê bi navê Samî El Salih sebzeyên wek bacanasor, xiyar, bacanareş, kundir, îsot û zebeş diçîne. El Salih diyar kir ku ev hilberîn ji sermayê hez nakin û destpêkê di baxçeyên sergirtî de diçînin, dema şitil dide di havînê de di erdê de diçînin.

Der barê dema çandina sebzeyên havînê û amadekariyên wê de El Salih got: "Çotkarên navçeyê, di zivistanê de di baxçeyên sergirtî diçînin da ku wê ji sermê biparêzin. Bi havînê re ev sebze çêdibin  û em wan dadixin sûkên herêmê. Em ji qezenca firotina berhemên havînê xisarên xwe dabîn dikin ku di encama derfetên kêm û nebûna mazotê derdikevin."

Têkildarî xisarên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dijî herêmê çêbûne û bandorên wê li saktora çandiniyê El Salih got: "Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê mazot kêm bûn, di encamê de gelek zirar li me bû. "

Girêdayî mekanîzmeya çandiniya sebzeyên havînê di hingaran de û pêvajoyên gihandina wê El Salih got: "Di navîna Kanûnê de em şitilan di odayan de diçînin ku germahiya wê ne kêmtirî ji sedî 35 e. Divê şitil heta 72 saetan li wan odayan bimînin beyî ku guhertin di pileya germahiyê de çêbibe."

El Salih wiha domand: "Dûre em şitilan dibin baxçeyên sergirtî û heta navîna Sibatê li wir dimînin. Piştî wê şitilan di tonelên plastîk de diçînin û bi rêbaza dilop-dilop av didin. Şitil heta navîna Nîsanê di wan tonelan de dimînin û dermanên pêwîst lê direşînin."

Sebze di Gulanê de geş dibin û dawiya heman mehê dibin nav sûkan û bi nirxên guncew tên firotin

(şx)

ANHA