Gabrîel Şamûn: Divê sûriyeyî li hember planên parçekirina welat rabin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn bang li hikumeta Şamê kir ku yekitiya xaka Sûriyeyê biparêzin û li ber zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Gabrîel Şamûn: Divê sûriyeyî li hember planên parçekirina welat rabin
18 sibat, 2024   03:38
REQA
EHMED ESAF

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîel Şamûn diyar kir ku dewleta Tirk her tim hewl dide deverên nû dagir bike û tev li Tirkiyeyê bike.

Şamûn bal kişand ser avakirina dîwaran di herêmên dagirkirî û got avakirina dîwaran ji dema desthilata Osmaniyan ve didome.

Gabrîel Şamûn bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta Tirk û guhertina demografiyê, rexne kir. Şamûn bang li tevahî aliyên sûriyeyî kir ku li hemberî binpêkirin û siyasetên dewleta Tirk a dagirker a dagirker rabin û siyasetên wê yên parçekirina herêmê bibînin.

(bb)

ANHA