Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir

4'ê Nîsanê bi şahiyekê li gundê Çaxirbazar ê bajarê Amûdê hat pîrozkirin.

Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir
Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir
Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir
Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir
Şêniyên Amûdê 4'ê Nîsanê pîroz kir
5 nîsan, 2026   13:42
QAMIŞLO

Meclisa Gundê Çaxirbazarê yê bajarê Amûdê û Şaredariya Gel a gund bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.

Şahî li Qada Newroz a li gund bi beşdariya şêniyên bajarê Amûdê û gundê Çaxirbazarê, nûnerên saziyên civaka sivîl pêk hat.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre peyaman pîrozbahiyê hatin dayîn, bernameya şahiyê dest pê kir.

Hunermend Mazlûm Agirî, Berwar Babarî, Rênas û Omer El Egîdî bi stranan coş da şahiyê. Beşdaran li ber stranan govend gerand.

(bb)

ANHA