Di êrişa li Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezayê de 4 kes hatine kuştin.

 Di êrişa li Xezayê de 4 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê îro ragihand ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser bakurê Xezayê de 4 kes hatine kuştin.

Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê ku dane ajansa Reutersê, êriş li kolana Yafa ya nêzî taxa Derec a Xezayê li dijî komeke kesan hat kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Îsraîlê der barê êrişê de tu daxuyanî nedane.

(bb)