Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê di roja 3'yemîn de didome

Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê ya bi dirûşma "Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê" di roja 3'yemîn de bi beşdariya balkêş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

5 gulan, 2025   18:38
TEBQA

Sempozyuma 5'an a Hunera Şêwekariyê bi dirûşma "Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê" di 3'yê vê Gulanê de li kantona Tebqayê dest pê kir. Di sembozyumê de 31 şêwekar û peykersazên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê beşdar bûn û bi rêya berhemên xwe yên hunerî pirsgirêkên civakê vegotin û berxwedan û nasname, jin û xweza nîşan dan.

Di sempozyumê de tablo û berhemên şêwekariyê yên li ser berxwedana gelê herêmê wekî berxwedan û şerê li Bendava Tişrînê û şerê Kobanê, her wiha êşa welatiyên perava Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin.

Li kêlek wê jî peykerên bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" nîşan didin û tabloyên bedewiya çemê Firatê û xwezaya Sûriyeyê ya dewlemend hatin pêşkêşkirin.

Di roja 3'yemîn de şandeyeke fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û hevserokê Desteya Hundirîn Elî Hico pêk hat, serdana sempozyumê kir.

Sempozyum heta 8'ê vê Gulanê didome û berhemên ku tê de hatine pêşkêşkirin wê di Pêşangeha Hunerê ya Rojava de, ya piştî bidawîbûna sempozyumê, werin pêşkêşkirin.

(mh/fr)

ANHA