Şêniyên Helebê şehîd Rizgar Zagros oxir kir

Beşdarên merasîma definkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rizgar Zagros, li hember zihniyeta dagirker a înkarkirinê soza şopandina xeta parastinê da.

5 gulan, 2025   18:19
HELEB

Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Rizgar Zagros (Idris Xalid) ji Nexweşxaneya Xalid Fecir a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê wergirt û ber bi goristanê ve çûn. 

Rizgar Zagros di 3’yê Gulanê de ji ber nexweşiyekê dema li ser kar bû, şehîd bû. Di merasîmê de wêneyê endamê Şandeya Îmraliyê û parlamenterê DEM Partiyê şehîd Sirri Sureyya Onder û şehîd Rizgar Zagros hildan.

Şêniyan cenaze li kolanên taxê gerand û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ya Helebê ve ketin rê.

li wir, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebdo bal kişand ser pîroziya meha şehîdan û fedakariya şehîd Sirri Sureyya Onder û şehîd Rizgar Zagros ji bo pêkanîna aştî, edalet û wekheviyê.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zagros Efrîn jî got: "Ji bo em Kurdistanê azad bikin û yekitiyê pêk bînin em tiştên xwe yên herî giranbiha di oxira wan de didin. Ji ber dagirkerên xaka me, ji bilî zimanê çekê û hêza leşkerî tiştekî fêm nakin û em ji bo pêşkêşkirina fedakariyan amade ne."

Li aliyekî din jî dotmama şehîd Rizgar Zagros, Hûriya Xalid jî got: "Em şehîdê xwe Rizgar pêşkêşî Kurdistanê û Rêber Apo dikin. Em ê heta pêkanîna daxwazên wan fedakariyên wan biparêzin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qember wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û di nava tilîliyên dayikan de şehîd hat oxirkirin.

(fr)

ANHA