Çeteyên DAIŞ’ê 6 kes kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Himsê êriş pêk anî. Leşkerekî Şamê jî di nav de 6 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li başûrê rojhilatê devera Cib El Cerah a li nêzî gundê Cib Hebil ê rojhilatê Himsê êrişek pêk anî.
Li gorî SOHR, di êriş de leşkerekî Şamê jî di nav de, 6 kesên k kîvarek berhev dikirin, hatin kuştin.
SOHR diyar kir ku kuştî ji qebîleya Benî Xalid a eşîra Dirûbî ne.
Li gorî SOHR'ê di êrişên ji destpêka sala 2024'an de li Çolistana Sûriyeyê 133 kesan jiyana xwe ji dest daye.
(mh)