Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Talib Salih El Mihemed defin kir.

Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîdekî QSDˊê li Til Hemîsê hat oxirkirin
9 tebax, 2025   21:48
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û rûspiyên eşîran îro şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Bahoz (Talib Salih El Mihemed) li goristana bajêr spart axê. Şervan Talib Salih El Mihemed di 6ˊê Tebaxê de di êrişa çeteyên DAIŞˊê yê li bajarokê Behra yê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê Xalid Nayif El Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û got: "Ziman li pêşberî fedakariya şehîdên ku di oxira vî welatî û parastina gelê wî de nikare derbirîne."

Fermandarê QSDˊê Salar Amûdê jî got: "Şehîd Talib parastina vê xakê kir û di oxira wê de canê xwe feda kir. Em QSDˊê soza xwe ji bo malbatên şehîdan û gelê xwe dubare dikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û "Şehîd Namirin" de hat definkirin.

(fr)

ANHA