Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Qamişloyê hat bibîranîn
20 cotmeh, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi boneya salvegera 34‘an a şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) civînek li taxa Qidûrbek a bajarê Qamişloyê li dar xist. Bîranîn bi beşdariya şêniyên taxê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Mizgîn Cotkar li ser jiyan û rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Bêrîtan axivî.

Mizgîn diyar kir ku şehîd Bêrîtan sembola fedakarî, têkoşîn û azadiyê bû, li hemberî komkujî û siyasetên li dijî Kurdî rêya berxwedanê hilbijart û teslîmbûn red kir.

Mizgînê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser komployên li ser Kurd û banga xurtkirina rêxistinbûyîn û hevgirtinê û fêmkirina pêddiviyên qonaxê kir. Li dijî provokasyonan jî banga hişyarbûnê kir.

Di bîranînê de ciwana bi navê Bêrîtan Mihemed stran got û şêraniya ku şehîd Bêrîtan jê hez dikir li beşdaran hat belavkirin.

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan bernameyek daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îro li taxên Cûdî û Qidûrbek civîn hatin lidarxistin. Sibe jî dê li taxên Enteriyê, Xerbî, Hilêliyê û gundê Girbawî bîranîn werin lidarxistin. Bername dê roja pêncşemê an ku dusibe li taxên Kornîş, Aşrûiyê  bajarokê Tenûriyê bi dawî bibe.

Fermandar Bêrîtan 25‘ê Cotmeha 1992‘yan li çiyayê Xakûrikê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

(bb)

ANHA