Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir

Saziya Star a Pêşveçûnê li Şamê bi alîkariya Darat Selam semînerek bi sernavê “Di navbera azadî û berpirsyariyê de: Em ê çawa têkiliya xwe bi cîhana dijîtal re çêkin” bi rêxistin kir.

Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir
Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir
Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir
Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir
Saziya Star li Şamê semîner bi rêxistin kir
7 tîrmeh, 2026   14:21
ŞAM

Saziya Star a Pêşveçûnê bi alîkariya Darat Selam li paytexta Sûriyeyê Şamê semînerek organîze kir. Çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û parêzer tev li semînerê bûn. 

Semîner bi dirûşma `Ji mafê me ye em xwe îfade bikin û berpirsyariya me ye em cîhana xwe ya dijîtal biparêzin` dest pê kir.

Di semînerê de hiqûqnas û gerînendeyê Darat Selam Rena Şêx Elî li ser rola medyaya dijîtal a di xurtkirina aştiya civakî de axivî.

Her wiha parêzer Mustefa Gilêb li ser mijara xwe îfadekirine axivî û semîner ji aliyê nûnera Saziya Star a Pêşveçûnê Sewsen Xelef ve hate birêvebirin.

Di dawiya semînerê de hate gotin ku mafê her kesî heye medyaya dîjîtal bi kar bînê lê divê berpirsyar nêz bibin û ziyanê nedin civaka xwe.

(np)

ANHA