Li Siwêdayê 2 wesayîtên bombebarkirî hatin bêbandorkirin

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku 2 wesayîtên bombebarkirî bê bandor kirine.

Li Siwêdayê 2 wesayîtên bombebarkirî hatin bêbandorkirin
7 tîrmeh, 2026   13:40
SIWÊDA

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwedayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku hewldanên teqandina ji dûr ve ya 2 wesayîtan hatin bêbandorkirin û ev agahî hatin parvekirin: "2 wesayîtên bi teqemeniyê hatibûn barkirin û bi pergala teqandina ji dûr ve hatibûn amadekirin, piştî xebatên şopandinê bi tevkariya şêniyan, hatin bêbandorkirin."

Her wiha hate diyarkirin ku yekîneyên endazyariyê wesayît birine cihekî ewle û teqemeniya tê de bê bandor kiriye.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwedayê ev bûyer wek "pêşketineke xeternak di rêbazên dijmin de" bi nav kir û diyar kir ku ew amade ye bersiva gefên li ser ewlehiyê bide. Her wiha bang li şêniyan kir ku eger wesayît an jî cismên biguman bibînin agahiyê bidin hêzên wan û bibin alîkar.

(bb)