Şandeyeke Desteya Teftîşê serdana parêzgarê Hesekê kir

Şandeyeke Desteya Çavdêrî û Teftîşê ya Navendî îro serdana parêzgarê Hesekê kir.

Şandeyeke Desteya Teftîşê serdana parêzgarê Hesekê kir
7 tîrmeh, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Desteya Çavdêrî û Teftîşê ya Navendî îro (sêşem) serdana parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed kir. Şande ji hêla Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de nîqaş li ser mekanîzmayên ji bo temamkirina yekbûna saziya çavdêriyê hatin kirin.

Her wiha wek beşeke tedbîrên ji nû ve organîzekirina rêkaran û zêdekirina karîgeriya pergala çavdêriyê, hevpeyvînên kesane bi karmend û rêveberên çavdêriyê re kirin.